Menü
Hesabım
Şifremi Unuttum
Kayıt Ol

Li Rojhilate Dile Min; Kalbimin Doğusunda

ISBN : 9789753421317
Stokta Var Stokta Var
Kitapbulan Fiyatı:
246,40 TL
Öne Çıkan Bilgiler: Şairin Omayra, Sahtiyan, Oda Poster ve Şeylerin Kederi ile Kum Saati´nden 23 şiirini bir araya getiren Kürtçe şiir seçkisi. Kitabın adı "Kalbimin Doğusunda" anlamını taşıyor. Ji van şiîrên di vê berhevokê de; Berê (Önce), Xwîn, Xwê, Mirî (Kan, Tuz, Ölü), Me Ji Bîr Nekir (Unutmadık), Mîrên Payîzê (Güz Beyleri), Kurtik (Gömlekler), Şivanên Şevê (Gecenin Çobanları), Du Kêr (İki Bıçak), Kêrên Jibîrkirî (Unutulmuş Bıçaklar) ji Omayra; Erdên Bêdeng (Issız Topraklar), Sextiyan (Sahtiyan), Barîna Hespan (Atların Yağması), Varaka (Varaka), Çiya û Kapîtal (Dağlar ve Kapital), Rawirên Xwînê (Kan Yaratıkları), Pirsa Kêmnetewitiyê (Azınlık Sorusu), Ew Teyrên Kelaşan e (Onlar Ceset Kuşları) ji Sahtiyan; Metala Eşqê ya Tarî ji Oda, Poster ve Şeyl
Tür : Genel
Sayfa Sayısı : 187
Cilt Tipi : Ciltsiz
Yayın Tarihi :
Boyut : 13.50 x 21.50
Kağıt Tipi : 2. Hamur
ISBN Numarası : 9789753421317
Dil : Kürtçe
Daha Fazla Metis Yayınları
Daha Fazla Türk Şiiri
Marka Adı: Metis Yayınları
Beğen
14.03.2026 tarihine kadar kargoda

Tükendi

Gelince Haber Ver
Listeye Ekle
Tavsiye Et Tavsiye Et
Yorum Yap Yorum Yap
Fiyat Alarmı Fiyat Alarmı
Şairin Omayra, Sahtiyan, Oda Poster ve Şeylerin Kederi ile Kum Saati´nden 23 şiirini bir araya getiren Kürtçe şiir seçkisi. Kitabın adı "Kalbimin Doğusunda" anlamını taşıyor. Ji van şiîrên di vê berhevokê de; Berê (Önce), Xwîn, Xwê, Mirî (Kan, Tuz, Ölü), Me Ji Bîr Nekir (Unutmadık), Mîrên Payîzê (Güz Beyleri), Kurtik (Gömlekler), Şivanên Şevê (Gecenin Çobanları), Du Kêr (İki Bıçak), Kêrên Jibîrkirî (Unutulmuş Bıçaklar) ji Omayra; Erdên Bêdeng (Issız Topraklar), Sextiyan (Sahtiyan), Barîna Hespan (Atların Yağması), Varaka (Varaka), Çiya û Kapîtal (Dağlar ve Kapital), Rawirên Xwînê (Kan Yaratıkları), Pirsa Kêmnetewitiyê (Azınlık Sorusu), Ew Teyrên Kelaşan e (Onlar Ceset Kuşları) ji Sahtiyan; Metala Eşqê ya Tarî ji Oda, Poster ve Şeylerin Kederi; Xewnên Prensesên Şiyarbûyî (Uyanmış Prenses Rüyaları) û Berbang û Şahmaran (Şafak ve Şehmaran) ji Kum Saati hatine hilbijartin. KURTIK Kurtikê ku diguhêze çermê min Deqa ku ma li ser çermê min Agirê buhurî ji laşê min Dax bû mû girt xwe veşart Ji xwe re deviyekê dît Di gewdê min î kûr de Bi xwe guhast demsalan Ava di tenêtiya wê de veşartî, siya tarî Kemîn veda ji xwe re Nêçîra xwe bi xwe bijart Di tariya bineynik a sûkan de Bi cawan falê vekir li gewdê xwe Kurtik kurtik kurtik bûn Hevrîşmê deranî agir wergirt Kemînê danî mirinê wergirt Çavên wî çavên tariyê Him bi darê him bi daristanê Him jî bi wateya wan î li ser zimên deranî Kurtikê kevoka ye, got, kurtikê ji êgir, Agir deranî kurtik li xwe kir Siya her kurtikî Kuta, guhert laş Melkemotê min Hat ku min bibe Ez ê di neynikê de Ez ê di kemînê de Qelişîm, perçe bûm Agirê dinaliya bûm Agirê li zimên bû şiîr Şiîr bû melkemotê min Ez kuştim, xwe li xwe kir Ev dinya hûn jê re dibên rastî Ji xwe kir min hemû kurtikên wê Cinoya dojehê bi şiîrê hîn bûm Min li xwe nekir careke din Min li xwe nekir Hezîran 1993 Murathan Mungan di sala 1955an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Zarokatî û xortaniya wî li Mêrdînê derbas dibe. Li Zanîngeha Ankara di Fakulta Zimên, Dîrok û Coxrafyayê de Bêşa Tiyatroyê dixwîne. Di vê beşê de master kir. Wek dramatûrg li Tiyatroya Dewletê ya Ankara şeş sal û li Tiyatroya Bajêr a Stenbolê jî sê salan xebat kir. Demekê bi karên weşanê jî daket; di Rojnameya Sözê de berpirsyariya rûpelê çand û hunerê kir û ji Weşanxaneya Remzî re rêzeke wêjeyî ya taybet amade kir. Berhemên Murathan Mungan di nav çeşnên edebî de xwedî cihekî fireh in. Helbest çîrok, pexşan, ceribîn, rexne û lêkolînên wî di rojname û kovarên cûr be cûr de hatine weşandin, li gel van lîstik û gotinên stranan, senaryo jî nivîsandine. Heta niha bi vî şiklî li dor 20 kitêbên Murathan Mungan hatine weşandin. Êdî bêhtir bi helbestên xwe yên di Sahtiyan û Yaz Geçer de, di çîrokan de jî bi çîrokên xwe yên Cenk Hikayeleri û Kırk Oda hatiye naskirin û hejmara xwendevanên wî zêde bûne. Kitêba wî ya yekemîn a bi navê Mahmûd û Yezîda ye (1980). Di 1981î de ji şiîrên Orhan Velî lîstikek çêkir. Lîstikên wî yên Mezopotamya Üçlemesi piştî weşendina Taziye û Geyikler Lanetler dawî li wan hat. Di 1994an de ev hersê lîstik li pey hev salekê li Tiyatroya Dewletê ya Antalya û Festîvala Tiyatro ya Navneteweyî li Stenbolê hatin leyîstin. Mungan ji bo koma Yeni Türkü jî gotinên stranan nivîsî û ew stran baş deng vendan. Murathan Mungan li welêt û derveyî welêt beşdarî gelek programên hevpeyvîn û xwendinê bûye. Niha li Stenbolê dijî û ev demeke dirêj e ku jiyana xwe bi nivîskariyê didomîne.
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.